Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst di taxên Tehranê de tîmên zerbetê ava dike

13:30 - 15 Îlon 2020

Fermandeyê terorîst yê Spaha “Mohemed Resullullah”, ê bi navê “Mihemed Yezdî”, gotiye, ku bi mifahvergirtin ji binkeyên besîc li tev taxên Tehranê de, tîmên zerbetê ava dike.

Roja Duşemî, 14ê Îlonê, Fermandeyê terorîst yê Spaha “Mohemed Resullullah”, ê bi navê “Mihemed Yezdî”, derheq bernameya ewlehiya taxan de îdia kir: “Li binkeyên Besîc di taxên bararê Tehranê de, emê dê tîmên zerbetê ava bikin û armanca me ji avakirina wan tîmên zerbetê rawestan li dijî dizî û revandina canteyên xelkê û (erazil û obaş)” e.

Pêka gotina wî Pasdarê terorîst, ew tîmên zerbet ji girûpên 5 kesî li 1 hezar cihan di taxên Bajarê Tehranê de, dê kar bikin.

Nerizayetiya xelkê Îranê ji karesata jiyana îro ya Îranê, dizî û gendeliya berpirsan û tundûtîjiya hêzên leşkerî û ewlehî li reftarên digel xelkê, di astekê de ye ku xelk bêzar kiriye û tirsa rejîma Îranê ji serhildana neraziyan bûye sedem ku pêngav bi pêngav welat milîtarîze dike.

Li ser wê mijarê jî, xwendkarên zanîngeha Tewrêzê  li roja Yekşemî, di encama miliraîzekirina wê zanîngehê û zêdekirina diyardeya sîxurî, dest bi xwenîşandanê kiribûn.