Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst êrîşê li ser milkên xelkê dike

17:46 - 2 Adar 2020

Spaha Pasdaran a terorîst ya rejîma Îranê, bi armanca danîna binkeyên zêdetir, hewl dide ku milk û baxên xelkê zewt bike.

Spaha Pasdaran a terorîst, di seyrangeha “Şeşdar”a bajarê Îlamê, bi armanca berfirehtirkirina binkeya xwe ya leşkerî, ya bi navê “Fereciyanzade”, hewlê dide ku rez û milkên xelkê yên di wî cihî de, zewt bike ku eve jî bûye sedema nerazîtiya xwediyên wan milkan.

Di demekê de Spaha Pasdaran a terorîst hewla zewtkirina wan erdan daye ku, xelkê nerazîtiya xwe nîşandaye û di hember de, hêzên Spaha Pasdaran a terorîst êrîşî ser xelkê kirine û ew serkut kirine.

Hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, bi lêdana xelkê bi taybet lêdana jinan, hewldane ku xelkê di  nav wan milkan de derbixin.   

Seyrangeha “Şeşdar”, yekek ji binav û bangtirîn seyrangehên bajarê Îlamê ye ku di 5 kîlometriya bajarê Îramê li tenîşta çiyayê “Qelaqîran” de ye ku, sembola bajarê Îlam û seyrangeha “Şeşdar”ê ye û di nêzî bajarê “Çewar”ê de ye.

Spaha Pasdaran a terorîst, xwe xwediyê wan milk û darayiya xelkê dizane û bona berfirehkirina pilanên xwe yên gemar, bi hemû awayekî hewl dide ku milk û darayiya xelkê zewt bike.