Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran a terorîst givaşê dixe ser Dêhyariyan

13:39 - 23 Gulan 2020

Spaha pasdaran a terorîst di dewera “Şamat” a girêdayê bajarê Mihabadê de givaşê dixe ser Dêhyariyan ku berpirsatiya paygah û binkeyên caş û Pasdaran bigirne stûyê xwe.

Spaha pasdaran a terorît, piştî çend dehik givaşa, tundûtîjî, tirsandin û teror û komkujiya li ser xelkê Kurdistanê, tevî givaşa aborî û îdarî li ser xelkê bona dijayetî kirina di gel xebata berheqe xelkê Kurdistanê heya niha di pîlana xwe de sernekevtiye, lewma niha di deve devê sernixûniya xwe de hevar biriye bo firtûfêlan û givaşa zêdetir bo ser xelkê.

Spahaê ji Dêhyarên dewera “Şamat” ê xwestiye ku bibne fermandeyên paygah û binkeyan heya, ku bikarin pile û imtiyazan bi dest bixin, hekî ne dê rastî cizyan bibin û dê wan ji Dêhyariyê derxînin.

Ew pilana rejîma Îranê di demekê de ye ku, xelkê Kurdistanê, bi sedema siyaseta dije kurd û gendeliya rejîmê, di rewşa herî dijwar a belengaziyê de dijîn û ti dahatek tinînin û rejîma Îranê vê yekê bikar tine ku xelkê bike caş û çeka serşoriyê bide destê wan wan bêxe nava îxaneta bi gelê Kurd.

Xelkê wê dewerê amade nebûne daxwaza sipaha terorîst qebûl bikin û çekê wergirin, belkî ev xwe welatparêz dizanin û bi ti awayekê amade ninin ku bi dijî tevgera rizgarîxwaziya gelê xwe derkevin û bibne parêzvanê rejîma dijî kurde komara Îslamî.