Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst, hatoçûya xelkê çavedêrî dikin

13:30 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmeda: Hêzên Spaha Pasdarana terorîst a rejîma Îranê, li gund û bajarên Kurdistanê, xelk xistine di jêr çavedêriya xwe de.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, bi maşînek ku doşka li ser bûye û di gel 6 Matorsivar ku çekên kilaş ji wan re bûne û dev û çavên xwe jî veşartine, çûne bo “Şaredê” a girêdayî Serçinar a ser bi “Çomî Mecîdxan” û ew deverane dorpêç kirine.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê daye zanîn ku, ew hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, bo heyama 2 demjimêran di wê cihê mane, û ew dever xistine di jêr çavedêriya xwe de.

Di heyama rojên derbasbûyî de, binke û navendên leşkerî ên rejîma Îranê, bi berdewamî û bi awayên cuda, bi şandina çek û teqemenî, hêzên leşkerî û avedanîkirina binkeyên kevin, Kurdistan mîlîtarîze kirine.