
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê hêzên çekdar ên xwe bo şer li dijî opozisyona Sûriyê dişîne “Îdlib”a Sûriyê.
Li gorî raportên ku belav bûne, roja Çarşemî 5`ê Îlonê, Spaha Pasdaran a rejîma Îranê hêz bo “Îdlib”a Sûriyê şandiye, ji bo beşdarîkirin li şerê li dijî dijberên “Beşar Esed” serkomarê Sûriyê, û herwisa li gorî hin çavkaniyan, fermanderên Spaha Pasdaran a terorîst jî, nûçeya şandina hêzên xwe bo wî bajarî piştrast kirine, lê hejmara hêzên Spaha Pasdaran a terorîst ku hatine şandin ne zelal e.
Ji aliyekî din ve, “Donald Trump”, serkomarê Amerîkayê, ji “Beşar Esed” serkomarê Sûriyê û hevalbendên wê re, derheq êrîşa bo ser “Îdlib”a jêr desthilata dijberên “Esed” hişdarî daye û gotiye ku: “Di vê êrîşê de renge hezaran kes bên kuştin”.
Her di vê pêwendiyê de, roja Şemiyê 1`ê îlonê “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê, hişdar dabû dewleta Sûriyê û ragehandibû: “Hekî Esed di êrîşa bo ser bajarê “Îdlib”ê de çekên kîmyayî li dijî xelkê wî welatî bi kar bîne, li hemberî wê de, wê Amerîka demildest rêçareyeke bi cî bibîne”.
Herwisa NY jî di vê derheqê de daye xuyakirin ku: “Texmîn dikin ku di êrîşa Sûriye û hevalbendan bo ser bajarê Îdlibê de, karesat rû bide”.
Welatê Sûriyê ji sala 2011`an şûnda şahidî şer û aloziyan bûye, û zêdeyî 35 hezar kuştî li pey xwe hebûye, û zêdetir ji nîvê akinciyên wî welatî, bûne penaber. Hêjayî basê ye ku welatê Rûsiya û Îranê jî piştevaniya Sûriyê dikin.