
Kurdistanmedia: Saziya Spaha Pasdaran a terorîst gefan ji xelkê Kurdistanê dixwe, da ku terşê xwe bo çûna zozanên, nêzîkî Kurdistana Rojhilat nebin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îslamî ya Îranê, ji zozaniyên 10 gundên Kurdistana Başûr e hişdarî dane, ku nabe pezên xwe li Kurdistana Rojhilat nêzîk bikin, û nabe teşên xwe li qontarên nîzîkî gundên xwe jî bikin.
Hevdem karbidestên vê saziya terorîstî, ji xelkê codyar yên Kurd re hişdarî dane, da ku zêde serdana zevî û erdê xwe yên nêzîkî sînoran nekin.
Her di vê pêwendiyê de, Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, li xelkê akincî yên 10 gundên nêzîkî sînorê bajarên wekî Qoretû a li ser sînorê îdareya Germiyanê re ragehandine, da ku, terşên xwe nêzîkî sînorê axa Kurdistana başûr nebin.
Yek ji xelkê niştecî yê vê deverê bas ji vê kiriye ku, “di heyama 10 rojan de, sê caran pezên van hatine giritin, û kurê van jî desteserkirine û bo Serpêl birine, û heya şevê ev xwedîkirine û piştire azadkirine, ji aliyekî din jî, dîsan komek pezên din girtine û xwediyî pezan bi zora şer şiyaye pezên xwe vebigire.
Saziya Spaha rejîmê, ev yekem car nine ku, ji xwedî teşan re hişdariyê dide, da ku terşên xwe bo qontarên çiyayan nebin, û gellek caran jî, dest biser teşên xelkê Kurdistanê de digirin û nadin.