Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst pêşî ji avadaniya riyên Kurdistanê digire

14:02 - 30 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Spaha Pasdaran a terorîst pêşî ji avadankirina riyên gund û deverên bajarê Urmiyê digire û astengiyan bo van çê dike.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, piştî hatina befr û baran û herifîn û daketina riyên gellek gund û deverên ser bi bajarê Urmiyê, Spaha Pasdaran a terorîst bo navednên avadaniyê yên paqijkirina wan riyan astengiyan çê dike û îzin nade rêyên herêmên Kurdistanê yên hatiçûna xelkê avadan bin.

Di deveên ku bi sedema barana gurr û rabûna lehiyê ku rêyên van herifîne wiha ne: “Dervera SomaûBradost gundên wekî, Ebdî Bek û Kanî Sipî”, li devra Enzel gundên wekî: “Tendurok, Hacî Bayram, Dêleder û Mehmûdan” û herwisa rêyên seyrangeha Bendê ne.

Rêyên ku li herêma SomaûBiradostê k bi sedema baran gurr û rabûna lehiyê herifîne yanî bûne qowî, bi tu awayekî xwedî tiromobîl, nikarin mifahê jê verbigrin, û Spaha Pasdaran bo avadankirin û paqijkirina wan tu hewlekê nade û xelkê sivîl bi neçarî bi alavên destî wekî pêmere û kolîngan wan riyan sererast dikin.

Li devera Enzelê jî, navendên avadankirinê piştî çend rojan ku rêyên gudên vê devedrê paqij dikir lê hêzên Spaha Pasdaran yên li vê deverê bo van navendan astengî çê kirine û pêşî ji avadankirina rêyên hin gundên  vê deverê girtine.

Herwisa rêyên jorê yên seyrangeha Bend jî, bi sedema herifîn û daketina erdê gefan li xelkê gundên wê seyrangehê dixwe, û ew rêya seyrangeha Bendê bo ciya diçe û metrisiye li ser canê geştiyarên wê seyrangehê.

Spaha Pasdaran a terorîst, bo mifah vergirtinên xwe û hêzên xwe ew riyên ku hewce bin paqij dike û herwisa bo serkutkirina xelkê hêzên xwe bo wan gundên sînorî vedguhaze, lê gundên ku tu mifaheke wan tê de nîne, riyên wan çê nake û tevî vê yekê jî, astengiyen çê dike.