Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst pêşî ji dijegendkirina bajarên Kurdistanê digre

13:01 - 26 Adar 2020

Piştî belavbûna vîrûsa Korona di Rojhilatê Kurdisatnê de, xelk çavnhêrê rejîmê neman û bi xwe bi emrazên xwe gund û bajara dijegend kirin.

Spaha Pasdaran a terorîst, tevî dizîna kelûpelên tendirustiyê, wê carê jî, parêzvanên Jiyanê di bajarê Neqedê de xistine bin givaşan û nahêlin kolan û şeqaman dijegend û dijevîrûs bikin.

Welatiyên bajarê Neqedê dane zanîn ku, Spaha Pasdaran a teriorîst her roj bi awayên cuda gefan dixwin û nahêlin em kolan û şeqaman dijegend bikin.

Di berdewamiyê de wan welatiyan got: “Duh Spaha Pasdaran a terorîst daxwaz kiribû ku em jî tirextûr û emrazên xwe yên dijegend di manorên wan de bi kar bînin, lê me ew daxwaza wan red kir”.

Ji ber ku me beşdarî di manorên Spaha terorîs de nekir, Elî Burna, fermandê Spaha Pasdaran a terorîst a wî bajarî, bi xwe jî ferman daye ku Spaha terorîst, me bêxe bin givaşan û nahêle xelkê medenî kolan û bajaran bi emrazên xwe dijegemar bike.