Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst sebebkarê jinavçûna Jîngehê ye

13:19 - 5 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Di kavilkirina jîngeha Îran û Kurdistanê de, hêzên leşkerî yên rejîma Îslamî a Îranê, rola serekî hene, hêza Spaha Pasdaran a terorîst a rejîmê ji hemiyan çalaktir e, derheq jinavbirina jîngehê de.

Li gorî raportên ku belav bûne, “Îsa Kelenterî” berpirsê giştî yê Saziya Jîngehparêziya Îranê, gazinde (rexne) kiriye, ji destêverdanên hêzên leşkerî yên rejîma Îslamî a Îranê, di karê çandinî û jîngehê de, û gotiye ku : “Ma me mafê wê yekê heye di karûbarên leşkerî de destêverdanê bikin, lê ew îznê bi xwe didin da ku fikr û îdeyên xwe bi ser me de bisepînin, û eva nîşaneya bêdengiya me ye”.

Herwisa navbirî di doma axavtinên xwe de jî gotiye ku,  ewan agir berdane devera “Hura El-ezîm”a girêdayî parêzgeha Xûzistanê, da ku perê av û elektirîkê nedin, lê dewleta Îraqê derheq elektirîkê de qerdarê Îranê ye.

Li gorî zanyariyan, di heyama  deshilatdariya rejma Îslamî a Îranê de, Spaha Pasdaran a terorîst, di bajarên rojavayî yên Îranê de, bizanebûn agir berdida daristanan, da ku hem jîngeha Kurdistanê ji nav bibe, û hem jî ewlehiya xwe biparêze.

 Lêkolerên siyasî dibêjin ku agirberdana daristanan li wan deverên ku Kurd lê akincî ne, armancên siyasî û aborî li pişt in.

Hêza Spaha Pasdaran ji ber ewlehiya xwe, û tirsa ji hebûna hêza Pêşmergê Kurdistanê di wan deveran de, bi agirberdana daristanan jîngehê ji nav dibe.

Ji aliyekî din ve, rejîma Îranê bi birêvebirina meşqên leşkerî  di nav jîngehê de, agirberdana daristanan, çalkirina paşmayiyên xwarinê di nav jîngehê de, avakirina binke û navendên leşkerî, avakirina navendên îdarî û avahiyan di nav jîngehê de, destbiserdegirtina çavkaniyên xwezayî û parastî, û firotina daran, qetilkirina parêzerên jîngehê, bûye sebeba jinavçûna jîngeha Îranê.

 Her di vê pêwendiyê de, yek ji endamên Saziya Encûmena “Kesk a Çiya” ya li bajarê Merîwanê dibêje ku: Demekî di bajarê Merîwanê de em nîgeranê hemû tiştî bûn, ji bilî agirberdana daristanan, lê niha em hemû şevan kabûsa agirberdana daristanan dibînin, em hemû hêza xwe ji bo vemirandina agirê daristanan bi kar tînin.