Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst û Wezareta Îtila`at ji ragihandineke rejîmê şikayet kirin

13:13 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2020

Spaha Pasdaran a terorîst û Wezareta îtila`ata rejîmê, ji birêveber û nûçegihanên ragihandineke rejîmê şikayet kirin.

Roja Şemî, 11ê Tîrmehê, pêka nûçeyên belavbûyî yên rejîma Îranê, Spaha Pasdaran a terorîst û Wezareta Îtila`ata rejîma Îranê ji 5 kes ji birêveber û rojnamevanên nûçegihaniyeke rejîma Îranê bi navê “IRNA”ê derheq belavkirina hevpeyvînekê digel Cihgirê Hevahengkerê Arteşa rejîma Îranê yê bi navê “Hebîbullah Seyarî” şikayet kirine.

Ev hevpeyvîn çend hefeyan berîniha li ser lêdana gemiya Arteşa rejîmê ji aliyê gemiyeke Spaha Pasdaran a terîst di kendavê de ku 19 kesên Arteşê hatibûne kuştinê, hatibû kirin û belavkirin ku piştre li ser ragihandinan hate rakirinê.

Pêka wê nûçeya belavbûyî, Arteşa rejîma Îranê di bin bandor û hejmoniya Spaha Pasdaran deye û kesên wekî, Emîr “Hebîbûllah Seyarî ” ku kesê Duyem di Arteşa Îranê deye, dibe bona hevpeyvîn digel ragihandinên rejîmê, îznê ji Spaha Pasdaran a terorîst verbigire.

Spaha Pasdaran, di hemû aliyên birêveberî, bernamerêjî û kontrola welatê Îranê de tedaxul heye û bona hinardekirina şoreşa Îslamî xwe ji ti karêke dije mirovî, naparêze.