Spaha Pasdaran a terorîst bi hênceta hebûna Partiyên Kurdî di deverên Rojhilatê Kurdistanê de hêzên leşkerî vediguheze û reftarên xirab digel xelkê deverên Kurdistanê dike.
Pêka zaniyariyan, Spaha Pasdaran a terorîst hêzeke zêde bo devera “Dizeya Dolê” şandiye û di vê deverê de di gundên “Delo û Naznaz”ê de cih girtine.
Pêka çavkaniyek agehdar ku daye zanîn: “Hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, di çiyayên “Delo û Naznaz”ê de digerin û reftarên xirab digel xelkê wan gundan dikin û ji wan re dane zanîn ku li derheq hebûna hêzên Kurdî di wê deverê de zaniyariyan ji wan re bidin.”
Çavkaniya agehdar eve jî got: “Hêzên Spaha terorîst li duh ve bi balafirên bê pîlot çavdêriyê bi ser wan deveran de dikin.”
Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn: “Hêzên Spaha terorîst bo manê di mizgevtên “Delo û Naznaz”ê de dimînin û reftarên gelek xirab digel xelkê kirine û nahêlin bi roj kes serdana çiyayan bike û bi şev jî nahêlin kes bê derê.”
Ji aliyek din ve jî, di heyama çend roj berî niha de Spaha Pasdaran a terorîst, pêşî li xelkê deverên Tirgewer û Mirgewerê girtibû û rêgirî ji çûna wan bona zozanan digre.
Di vê derheqê de roja Duşemî, 15`ê Hezîranê, Sapaha Pasdaran a terorîst hêzeke nêzî 30 kes bo gundê “Zêran” a ser bi bajarê Ciwanroyê veguhastiye û ev hêze ji caş û pasdaran pêk hatiye.