
Li devera Mirgewer ya ser bi bajarê Urmiyê, Spaha Pasdaran a terorîst bi zanebûn ji aliyê kesên girêdayê wê Saziya terorîstî ve madeyên hişber di vê deverê de diçîne û sedan kes tûş wan madên hişber bûne.
Pêka çavkaniyeke agedar li devera Mirgewer a bajarê Urmiyê ku bi malpera “Kurdistanmedia”yê re ragihandiye: “Spaha Pasdaran hin kesên ser bi xwe yên bajarên din ên Îranê di dema çandiniyê de bo wan deverên Kurdistanê tîne û di nav zeviyê wan ên çandiniyê de madên hişber ên wekî “Heşîş û Kirak” diçîne.
Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku, Spaha Pasdaran a terorîst bi zanebûn wê karê qirêj dike ku ciwanên wê deverê tûşê wan madeyên hişber bike”.
Pêka gotina wê çavkaniyê, hejmareke zêde a ciwanên wê deverê tûşê madeyên hişber yên mîna “Heşîş û Kirak”ê bûne û heta nûciwanên ku temenê wan 12 salî ne jî tûş bûne.