Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran bo caş û Pasdaran kombûn lidar xistine ku beşdarê hilbijartinan bibin

18:57 - 2 Hezîran 2021

Rêkxirava terorîstî ya Spaha Pasdaran li bajarê Seqizê de bo caş û bi kirêgirtiyên xwe, kombûn lidar xistine ku li hilbijartinan de beşdar bibin û çekan jî hilgirin.

Roja Sêşemî 1ê Hezîranê demjimêr 9:30, Spaha Pasdaran a terorîst li “Zairseraya Xamineyî” li tenişt padigana “Henzele” bo caş, Pasdar, besîc û xwefiroşan û bi armanca beşdarîkirina wan li dengdan bo wan kesan e ku, Xamineyî û berpirsên Spahê erê kirine, kombûn lidarxistibûn.  

Di wê kombûnê de, ew caş û bi kirêgirtî ji aloziyên li deverên Kurdistanê hatine agehdarkirin û bi wan re gotibûn ku bona hatina pêşmergeyên PDKÎ bo navxweyê welat, dibe li amadebaşiyê de bin.

Hevdem bo wan hemû caş, Pasdar û besîcên malnişînkirî û wan kesên ku çend salan berî niha Spahê bi xwe ew derxistibûn û ji caşatiyê dûrxistibûn, bona beşdarîkirina wan li şerê li dijî Pêşmergeyên Kurdistanê, forma gazîkirinê şandibûn.

Rejîma Îranê bi wan re ragihandiye ku dibe bona şer amadebin û ew caşên ku Spahê li heyamên berê de derxistibûn, dîsan bêne nav Spaha Pasdaran û di wê qonaxa hestiyar de rejîmê bi cih nehêlin û beşdarê şer li dijî Pêşmergeyên Kurdistanê bibin.