
Rejîma Îranê ku di hizra giştî de û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê bi tevahî rewtiya xwe ji dest daye, hewlê dide ku bi dabeşkirina beşek ji xwarinan xelkê bixapîne.
Berpirsên Spaha terorîst bi dabeşkirina çend cure xwarinên wekî rûn, birinc û makaronî dixwazin li ser xelkê bisepînin ku hay ji hejaran û pirsgirêkên wan heye lê hevdem bi dirindanetirîn şêwazê xortên wan xelkan bo pariyêk nan li sînoran dikujin an di girtîgehan de îdam dikin.
fermandê Spaha terorîst li banê îdia kiriye ku 1400 beste xwarin ku nirxa her beste 500 hezar Tumen bûye di nav hejaran de dabeş kirine, lê ew di halekê de ye ku rojane bi milyaradan Tumen dahat û darayiya xelkê bi talan dibin û xelkê jê bêpar dikin û heta rejîm kêmtirîn bûdceyê bo parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê diyarî dike.
di demekê de Spaha Pasdaran a terorîst xwarinan dabeş dike ku piraniya xelkê hejar nanê şevê tinîn, û Spah di hewla cîbicîkirina pîlanek qirêj û dûr ji mirovahiyê de ye û dixwaze li nav xelkê zulimdîtiyê Rojhilatê Kurdistanê bo xwe rewatiyekê peyda bike.