Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran darên daristanên paweyê dibire

16:11 - 25 Çirriya paşîn 2020

Pêka zaniyariyan, Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê “Pawê”, darên derdora binkeya Spaha Pasdaran ya bi navê “Doro”yê birîne û xisareke zêde bi daristan û jîngeha wê deverê daye.

Pêka zaniyariyan, ew binkeya Spahê li devera “Merexêl û Dirole”yê ye û hêzên rejîmê darên wî cihî birîne.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê ragihand: “Armanca rejîma Îranê ji wî karî ev e ku bikare çavdêriyê li ser kasibkaran û xwediyê ajelan bike, herwisa bona vê yekê ku kamêrayên “termal” yên wê binkeya rejîmê baştir kar bikin, dar û kurtedarên deverê birîne ku xisarekî zêde bi jîngeha deverê daye.

Li 8ê meha Pûşpera îsal, 3 çalakvanên jîngehparêzî yên bi navên “Muxtar Xendanî, Bîlal Emînî û Yasîn Kerîmî”, ku bi armanca temirandina agirên daristanên Pawê çûbûne wir û agir ditemirandin, canê xwe gorî welatê xwe kirin.