Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran dest avête ser binkeyeke artêşê

12:57 - 29 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Spaha Pasdaran a terorîs a rejîma Îranê, destavête ser binkeya artêşê a bi navê “Imam Qolî” a girêdayî bajarê Qoçanê.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, binkeya “Imam Qolî” ku di 40 KM bajarê Qoçanê hilkevtiye, û Gurdana 153 ya bejayî, a tîpa 277 a pasdar Tewelayî ya Artêşê têde bû.

Ew binkeye piştî şer û niqaşkirineke siyasî di pişt perdê de, ku cihekî sitratîjiya sînorî ye, Spaha Pasdaran a terorîst dest ji ser da girt.

Spaha Pasdaran, pedafendên dije mûşekiyên xwe di wî binkeyê de cihgir kirine, û hêzên Gurdana 153 neçar bi bicih hêlana wî binkeyê bûne, û bo binkeya bajarê Qoçanê hatine veguhastin.

Spaha Pasdaran a terorîst hêzên xwe di devera sînorî a “Lotif Ava û Bacgîran”ê de zêde kiriye û daxwaz ji gundiyên ku girêdayî bajarên Qoçan, Şîrwan û Deregezê ne kiriye ku, bên bibine besîc û tevlî Spaha Pasdaran bin.