Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran devera Mirgewer û çiyayê Bozê Sîna milîtarîze kiriye

10:39 - 14 Şibat 2022

Spaha Pasdaran çend roj e ku hêzeke zêde di devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê de cihgir kiriye û ew der milîtarîze kiriye.

Li gor nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, Spaha Pasdaran a terorîst ji 15`ê Rêbendanê ve hêzeke zêde li devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê cihgir kiriye û hevdem çendîn alavên paqijkirina rêyan jî, li vir cihgir kiriye.

Herwisa wê çavkaniyê diyarî kiriye ku hejmara hêzên Spaha Pasdaran nêzî 2 hezar çekdar dibe.

Wê çavkaniyê di berdewamiyê de gotiye, Spaha Pasdaran a terorîst hêzên xwe di gundên “Gêsiyan, Çiriyava, Sûledokel û Kulebîhî” yên ser bi devera Mirgewer de cihgir kirine û gef li xelkê wan gundan xwariye ku divê ji bo hêzên wan mizgevtan çol bikin da ku ew hêzên xwe tê de cihgir bikin.

Wê çavkaniyê daye zanîn ku, Spaha Padaran bi boldêzêran ve rêya çiyayê Bozê Sîna vekiriye û beşeke hêza xwe ber bi çiyayê Bozê Sîna ve biriye ku piraniya hêzên Spahê jî pêk hatiye ji “Besîc û Caş”ên bikirêgirtî.