Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran di bajarê Reqê de girtîgeheke nihênî ava kiriye

12:48 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2021

Pêka ragihandinên Sûriyê, Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê “Reqê” li Sûriyê girtîgeheke nihênî ava kiriye ku kesên leşkerî û sivîl di wê girtîgehê de radigre.

Pêka malpera “Dengê Amerîkayê”, ew girtîgeh li meydana neftî ya “Zamila” li derdora bajarê  “Demişq”ê de ye, lê malperên Opozîsiyona Sûriyê ragihandine ku ew girtîgeh li başûrê bajarê Reqê de ye û di wê girtîgeha nihênî ya Spaha Pasdaran de ew kesên ku bi tohmeta pêwendî digel biyaniyan hatine binçavkirinê, têne îdamkirin.

Herwisa pêka gotina şahidan û kesên binçavkirî, piraniya lêpirsên wê girtîgehê milîsên Îraqî yên girêdayê rejîma Îranê ne û ew girtîgeh li 2 beşan û 4 odeyên lêpirsînê pêk hatiye ku niveya wê avahiyê di bin erdê de ye û heta beşeke wan hêzên ku di wir de cihgîr in ji wê girtîgehê ti zaniyariyek tinînin.

Herwisa hatiye ragihandin ku Spaha Pasdran dixwaze wê girtîgehê wekî binkeyeke leşkerî bikar bîne.

Piştevanîkirina rejîma Îranê ji rejîma Sûriyê û çendîn girûpên din, bûye sedema şerê hundirî yê Sûriyê ku zêdetir ji 500 hezar kes hatine kuştin û bi milyonan xelk avare bûne.