Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran di kendavê de perde li ser binkeyekî mûşekî rakirin

11:38 - 10 Kanûna Paşîn 2021

Piştê wê yekê ku berpirsên Amerîka biryar dan gemiya “USS Nimitz” di kendavê de bimîne, hêza deryayî ya Spaha Pasdaran terorîst, perde li ser binkeyeke mûşekiya xwe rakirin.

Eşkere kirina wê binkeya mûşekî di kendavê de, bê amadebûna ragihandinan bûye.

Fermandeyê Giştî yê Spaha Pasdaran a terorîst, “Husên Selamî” di wê rêûresmê de wekî berê, Spaha wekî hêzeke amade, daye nasandinê û gotiye: “Ew binke bi tenê yek ji binkeyên ragirtina mûşekên hêza deryayî ya Spahê ye”.

Wî Pasdarê terorîst îdia kiriye ku ew mûşek mewdaya bi 100an kîlometran dibirin û bi hêza jinavbirineke zaf, şiyana wê yekê hene ku alavên elektronîkî yên dijmin bikine armanca xwe.

li 4 dehikên derbasbûyî de, rejîma Îranê û Amerîka, digel hevpeymanên xwe yên Ereb di devera kendavê de hêza leşkeriya xwe dane xuya.

Li heyamê salvegera kuştina “Qasim Silêmanî”terorîst de, gef û hişdariyên rejîma Îranê û Amerîka zêde bibûn û her 2 alî hêza xwe didane xuya, Amerîkayê jêrderyayiya “Georgia” şande kendavê û herwisa 2 balafirên “B52” ku bi mûşekên “Crouse” hatibûne teyarkirinê, bi ser esmanê kendavê de difirandin.