Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran dîsan gefa êrîşkirinê li Herêma Kurdistanê xwar

10:56 - 18 Adar 2022

Berdevkê Spaha Pasdaran a terorîst carek din bi hebûna binkeyên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê, gefa êrîşa dûbare li ser Herêma Kurdistanê xwar.

Berdevkê Spaha Pasdaran a terorîst, Remezan Şerîf, li hevpeyvînekê digel kanala “El-mesîre” ya ser bi Hûsiyên Yemenê, bi tohmeta hebûna binkeyên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê, huşdarî da berpirsên Herêma Kurdistanê û Îraqê, ku ger binkeyên wan neyêne komkirin, ev dê cardin êrîşê ser Herêma Kurdistanê bikin.

Axavtinên terorîst Remezan Şerîf di halekê de ye ku 13`ê meha Adarê, Spaha Pasdaran a terorîst bi tohmeta hebûna binkeyên Îsraîlê li Herêma Kurdiatnê, bajarê Hewlêrê kir bi armanca 12 mûşekan.

Lê piştî vê êrîşê derkevt ku ev malên bûnî bi armanc ên bazirganek Herêma Kurdistanê yê bi navê “Şêx Baz Kerîm” bûn.

Berpirsên Herêma Kurdistanê çendîn caran hebûna binkeyên Îsraîlê li vê Herêmê red kirine û daxwaz ji welatan kirine ku bo lêkolîna vê yekê serdana cihê mûşekbaranê bikin.

Pasdarê terorîst Remezan Şerîf, di vê hevpeyvînê de îdia kiriye ku, “mafê wan e ku êrîşê ser binkeyên Îsraîlê bikin ku ewlehiya wan dixe metirsiyê.”

Eva jî di halekê de ye ku piştî vê êrîşê dewleta Îraqê gazî balyozê rejîma Îranê kir û nerizayetiya welatê Îraqê li derheq binpêkirina axa Îraqê ji aliyê rejîma Îranê ve pêre da zanîn.