Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran êrîşa mûşekî li ser Hewlêrê kêşa stuyê xwe/ Herêma Kurdistanê jî teîd kir ku Spaha Pasdaran e

17:28 - 13 Adar 2022

Spaha Pasdaran a terorîst di daxuyaniyekê de kirina bi armanc a Hewlêrê bi 12 mûşekan, kêşa stuyê xwe û Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê jî, dibêje eva çendîn car e ku Îran wiha destdirêjiyê dike ser Herêma Kurdistanê.

Spaha Pasdaran a terorsît li derheq êrîşa mûşekî daxuyaniyek belav kir û daye zanîn: “Şeva derbasbûyî navenda stratejiya pîlangêrî û fitnegeriya Îsraîlê bû bi armanca mûşekên me.”

Ji aliyek din ve jî, Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi weşana daxuyaniyekê diyarî kir: “Ev çendîn car e Îran van destdirêjiyan dubare dike û bêdengiya civaka navdewletî jî, li hember van êrîşên tirsonek, rê li ber berdewambûna tawanên bi vî rengî xweş dike.”

Di vê derheqê de “Muqteda Sedir” daxwazê dike ku ji niha ve divê aliyên pêwendîdar garantiyekê ji Netewên Yekgirtî û balyozê Îranê bistînin ku di paşerojê de êrîşên wiha dubare neke.”

Tevî vê ku Spaha Pasdaran bi fermî êrîşa li ser Hewlêrê kêşaye stuyê xwe, Berdevkê Komîsiyona Ewlehiya Netewî ya Îranê “Mehmûd Ebasîzade Mişkînî” îdia kiriye: “Mûşekbarana Hewlêrê ti pêwendiyek bi me re tinîne û Îsraîl nikare her bûyerek ku biqewime bêxe stuyê Îranê”!

Ev êrîşa terorîstî di halekê de hatiye kirin ku yek ji mercên rejîma Îranê li danûstandina Bercamê ji Amerîkayê eva ye, ku Spaha Pasdaran a terorîst li lîstê terorê bîne derê.