Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran gef li Tirkiyê û Komara Azerbaycanê xwariye

17:26 - 12 Nîsan 2022

Spaha Pasdaran bi belavkirina girte vîdiyoyekê gef li Tirkiye û Komara Azerbaycanê xwariye û têkdana sînorê Ermenistanê bi hêla sor daye zanîn.

Spaha Pasdaran a terorîstî bi belavkirina girte vidiyoyekê ku wêneyên mûşekên Spaha Pasdaran û gotinên rêberê rejîma Îslamiya Îranê “Elî xamineyî” li xwe digre, tevî gef xwarin li Tirkiye û Komara Azerbaycanê li derheq dariştina bernameya destdirêjî bo ser sînorê Îran-Ermenistanê huşdarî daye.

Spaha Pasdarn a terorîst bi rêya vê girte vîdyoyê ve gef li Tirkiye û Komara Azerbaycanê xwariye ku li hemberî vê bernameyê radiweste!

Rejîma Îranê nigeran e ku sînorê hevpar ê Îran û Ermenistanê bi wê bernamê nemîne.

Şerê di navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê li ser “Qerebax”ê ku zêdetir ji 6 hezar û 500 qurbanî hebû bi navbendçitiya Yekîtiya Ewropayê lihev kirin ku bo diyarîkirina sînorê wan du welatan dest bi danûstandinan bikin.

Rejîma Îranê li derheq berbnameya çêkirina rêyek ticarî li navbera Tirkiye, Nexcewan û Komara Azerbaycanê nigeraniya xwe nîşan daye û herwisa rejîma Îranê çendîn caran li derheq amadebûna hêzên ewlehî û leşkerî yên Îsraîlê li nêzî sînorê xwe huşdarî daye û îdi`a dike ku Îsraîl li Azerbaycan û Herêma Kurdistanê binke hene.

Piştî nêzîkbûna Tirkiye li Erebistan û Îsraîlê, rejîma Îranê hewla hêcetgirtin ji Tirkiyê dide.