Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran gefan li Amerîkayê dixwe

18:18 - 7 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Tevî wê ku, Amerîka hewl dide da ku Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, bêxîne nav rêzbenda reş terorê, û her bi vê sebebê jî Spaha Pasdaran gefan li Amerîkayê dixwe.

Biryar wisa ye, Amerîka di civîneke xwe ya bê de, Spaha Pasdaran a terorîst ya rejîma Îranê, bêxîne nav rêzbenda reş a terorê, û Spaha Pasdaran jî gefên têkdana aramiya hêzên Amerîkayê dixwe.

Mihemed Elîce`iferî, fermanderê giştî yê Spaha Pasdaran a terorîst ragihand ku, hekî Amerîka dest bi kiryareke wiha bide, Spaha Pasdaran bêxîne nav rêzbenda reş a  terorê, emê jî lihemberî vê biryara Amerîkayê dest bi hin çalakiyan bidin û ewlehî û aramiya hêzên amerîkayê yên li deverê têk bidin.    

Spaha Pasdaran heya niha sedan kiryarên terorîstî li navxwe û li derveyî welat encam dane, û niha jî, yekemîn saziya terorîstî ye ku, piştevaniya saziyên terorîstî yên wekî Husiyên Yemen, Hizbulaha Lubnan û Heşda Şe`ibî li Îraqê dike.

Amerîka li sala 2007`an Spaha Qudis a terorîst ku, tayeke ji Spaha Pasdaran li dervey welat, bi rêzbenda reş ya terorê zêde kir, û di wan salên borî de jî, deha berpirsên Spaha Pasdaran, ji aliyê Amerîka û welatên din yên Rojavayî, bi rêzbenda reş ya terorê hatine zêde kirin yan jî, dorpêç kirin.