Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran her roj dest bi ser îdareyekê de digire

11:52 - 11 Kanûna Paşîn 2022

Dewleta Re`îsî pasdarê terorîst Yeqob Sulêmanî ku yek ji fermanderê berê yê Biryargeha Rahiyanê Nûr bû, wekî Serokê Giştî yê Komelya Heyva Sor ya rejîmê dest nîşan kir.

Destnîşankirina fermanderên Spaha terorîst wekî berprisên giştî yên rêxstin û îdareyên cuda yên dewletê nîşana hebûna dijatiyetî û nemana baweriyê ye û herwisa tedaxukirina Spaha Pasdaran di karûbarên îdareyên din yên hikûmetê de ye

Di demên borî de jî me dît ku, bi destnîşankirina Zeyîn El-Abdîn Xorem yek ji endamên Spaha Pasdarana terorsît, wek Parêzgarê Tevrêzê, ku ji aliyê yek ji pasdarên din yê vê rêxistina terorîstî ve hat kutan, nakokî û nemana baweriya di navbera wan de derxist hole.

Dewleta Re`îsî bi dest nîşankirina fermanderên Spaha Pasdaran di îdareyên cuda yên hikûmetê de, bi wî awayî hem dest bi ser tev îdareyên rejîmê de digire û hem jî di paşerojê  de rêkxistina kuditaya nizamî bo hêsan dibe.

Komelya Heyva Sor rêkxistineke nedewletî ya Îranê ye û endamên Tevgera Xaça Sor û Heyva Sor a Navneteweyî ye ku, di hûndirî Îran û seranserê cîhanê de, çalakiyên derheq bi hewarhatin û mirovdostiyê bi rê ve dibin û tu pêywendiyek bi alî an rêkxistinên çekdarî an nizamî ve tune ye.