Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran hêz û cebilxaneyan bo deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê dişîne

12:10 - 15 Kanûna pêşîn 2021

Çavkaniyek agehdar bi malpera “Kurdistanmedia”yê ragihandiye: “Çendîn roj e ku rejîma Îranê hêzeke zêde û cebilxaneyek giran bo deverên sînorî yên parêzgehên Kirmaşan û Sineyê dişîne”.

Wê çavkaniyê daye zanîn, “hêzên rejîma Îranê li sinorên “Merîwan”ê û yên parêzgeha Kirmaşanê hatûçûneke zêde dikin û tevî şandina hêz û cebilxane bo wan sînorane, hin caran hêzên rejîmê derbasî sînorên Başûrê Kurdistanê dibin”.

Spaha Pasdaran a terorîst karwanek ji kamiyonên hilgirê alavên şer û cebilxaneyan ji binkeyên leşkerî yên Qezwîn û Şîrazê bo derveyê wan parêzgehane şandiye, lê hêj bi serastî rohn nîne ku bo çi cihekê hatiye şandin.

Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê ditirse û bi berdewamî wan deverane milîtarîze dike û dixwaze rewşeke ewlehî biafirîne.