Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran îdia dike ku ev çavkaniya “physics a quantum” ê ne!

12:50 - 24 Îlon 2021

Padsarekî rejîma Îranê yê bi navê “Elî Fedewî ku Cihgirê Fermandeyê Giştî yê Rêkxirava terorîstiya Spaha Pasdaran e, di bernameyekî televîzyonî de bi gotineke wehmî, îdia kiriye ku ev çavkaniya Fîzîka Kuwantomê ne”!

Herwisa navbirê gotiye: “Me pêngav bo her tiştekê hilgirtibe, em tê de serkevtî bûne”!

Pasdar Fedewî gotiye: “Zanista Kuantomê, zanistekî gelek kevnar di cîhana Îslamê de ye û nêzî hezar salî berî niha zanayên Îslamî basa wê zanistê kirine”!

Wî Pasdarê rejîmê gotiye: “Watya physics a quantum di kitêbên “Îbnê Erebî” de hatine”! ew di halekê de ye ku “Îbnê Erebî” lêkoler, fîlesof, arif û helbestvan bûye û kitêbekee vî li ser astrolojî ji dîtingeha Ol ve heye.

Teoriya “physics a quantum”ê li sala 1900a Zayînî ji aliyê fîzîkzanê Almanî, “Max Planck” ve hate nav cîhana Fîzîkê, di halekê de ku Pasdar Fedewî dibêje hezar salî berî niha hatiye baskirin.

Piştre ew teoriya ji aliyê kesên wekî “Albert Einstein, Louis de Broglie, Erwin Schrödinger û Max Born” û çend zanayên din ve bas hatiye kirin û niha, aliyên vê teoriyê berdewam in û li rewşa geşekirinê de ye.