Spaha Pasdaran a terorîst belav kiriye ku di dawî êrîşa Îsraîlê li ser binkeyên wan li Sûriyê, du pasdarên payebilind hatine kuştin; Ev du terorîst bi navên “Îhsan Kerbelayîpûr û Murteza Seîdnijad” bûne û pileya wan a leşkerî “Serhengî” bûye.
Berdevkê rejîma Îranê “Seîd Xetîbzade”, bi teîdiya vê nûçeyê, ev êrîşa şermezar kir û gefa tolhildanê li Îsraîlê xwar.
Eva jî di halekê de ye ku welatê Îsraîlê di dema 11 salên şerê navxweyî yê Sûriyê de heta niha bi sedan car êrîşê ser binkeyên terorîstên Spahê û artêşa rejîma Sûriyê kiriye, ku heta bo yek carê jî ne Sûriyê û ne jî rejîma Îranê bersiva wan êrîşan nekariye bide.
Nûçeya vê êrîşê roja Duşemî 7`ê Adara 2022`an, ji aliyê Nûçegihaniya “SANA” ya ser bi rejîma Sûriyê ve hate belavkirin, ku vê Nûçegihaniyê nivîsîbû: “Demjimêr 5`ê sibêdeha roja Duşemî, hin deverên derdora Demişqê bûne armanca mûşekên Îsraîlê û du kesên sivîl bûne bi armanc û xisarên maddî hene”.
Nûçegihaniya “SANA”yê ev du terorîstên Spaha Pasdaran bi sivîl dabû nasîn.
Îsraîlê îsal dehan êrîşên mûşekî û esmanî kiriye li ser binkeyên rejîma Îranê û hêzên ser bi rejîma Sûriyê li nav axa Sûriyê de û heta niha yek ji wan êrîşan jî, nekêşaye stuyê xwe.