Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran li bajarê “Şino”yê hewla xapandina xelkê dide

17:01 - 28 Şibat 2022

Pêka nûçeyên gehiştî bi “Kurdistanmedia”ê heyamek e ku Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê “Şino”yê bi hevkariya beşek ji şêvreya bajar û gundan, bi berdewamî xwarinên wekî “turbeyek Birinc, 2 mirîşk û çend rûn” bi ser xelkê de belav dike.

Herwisa wê çavkaniya agehdar ragihandiye ku beşek ji şêwrayên gund û bajaran bi xelkê re gotine ku eger bibine besîc hemû mehan dê spah alîkariya bide wan.

Spaha Pasdaran a terorîst bi berdewamî û bi şêwazên cuda hewla xapandina welatiyan dide û dixwaze bala wan bo aliyê xwe bikêşe û wan wekî sîxoran bi kirê bigire.