
Biryar bû komek ji hunermendên Kurd ên Urmiyê û girûpa Dîlan Urmiye û xelkê bajarê Urmiyê roja Înê 18`ê Adarê li bajaroka Sêro ya ser bi bajarê Urmiyê bi hilkefta Newrozê di vê bajarokê de cejnê lidar bixin, lê Spaha Pasdaran a terorîst pêşiya vê rêûresmê girt.
Çavkaniyek aghehdar bi malpera “Kurdistanmedia”yê re ragihandiye: Spaha Pasdaran a terorîst gazî birêveberên vê hilketfê kiriye ku nabe girûpa Dîlan Urmiye û hunermendên Kurd di vê rêûresmê de beşdariyê bikin û divê li gor biryarên me bê lidarxistin.”
Wê çavkaniyê eşkere kiriye: “Bexşdarê Sêroyê ku agehdarê vê yekê bûye, li ser daxwaza Spaha Pasdaran pêwendî bi girûp û hunermendan re girtiye ku nabe beşdariyê di vê rêûresmê de bikin û ev yeka jî, bûye sedemê nerizayetiya xelkê vê navçeyê.”
Hunermen, çalakvan û girûpa Dîlan Urmiye, banghêjnameyek bo vê rêûresmê belav kiribûn ku roja Înê li bajaroka Sêroyê vê rêûresmê lidar bixin.
Wê çavkaniya agehdar di vê derheqê de daye zanîn: “Ev yeka bûye sedemê nerizayetiya xelkê bajarê Urmiyê û di vê derheqê de çalakvan, kesayetiyên xuya û hunermendên Kurd bi weşana daxuyaniyekê dane zanîn, hemû Kurdên bajarê Urmiyê piştî nîvroya roja Yekşemî bi bidestgirtina agir û bi dîlankirin û lixwekirina cilên Kurdî di kolan û şeqamên Urmiyê de agirê Newrozê gur bikin û cejna Newrozê lidar bixin.”