Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran li girê Caqil pêşî ji birêveçûna cejna newrozê girt

13:51 - 22 Adar 2019

Kurdistanmedia: Hêzên îtla’ata rejîma Îranê rê nedan da ku xelk li girê “Caqil” a girêdayî bajarê Seqizê, cejna newrozê bi rêve bibin.

Li gorî rapora ku gehîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê’ li ser bangeşeya çalakvanên medenî û jîngehparêzî yên  bajarê Seqizê biryar ahtibû dan ku, roja Pêncşemî 1`ê Xakelêweyê, li çiyayê Caqilê, rêûresma newrozê bi awayekî cemawerî birêve biçe’ lê Spaha Pasdaran a terorîst û hêzên îtla’ata rejîma Îranê’ li tirsê Newroza sembola cemedanî ku dibe sedema yekgirtina xelkê, li hemberî rejîma dagîrikar, pêşî ji wan girtin.

Li ser vê vexwandinê, demjmêr 10`ê spêdeyê, ciwan û evîndarên newroza Kurdevarî, deste deste û girûp girûp, ber bi çiyayê Çaqil diçûn, da ku xelkê bo cerek din li çiyayê Çaqil kom bibin, û bi her awayekî bibe, wir cejna newrozê lidar bixînin, lê, hêzên Îtila’atê gihîştine ser van, û destûr dan, da ku perşûbelav bin.

Me`imûrên Spaha dagîrikar ku zanîn ciwanên nîştimanperwer guh nadin gefên wan, wê carê bi hênceta vernegirtina mohleta yasayî, daxwaza hêza bi navê “ Hêza taybet” kirin û bi girtina wêne û vîdyoyê ji van,ev neçarkirin da ku ji vê derê dor bin.