Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran malbatên qurbaniyên balafiria Ukraynê îşkence dike û gefa desdirêjiyê li wan dixwe

10:56 - 29 Çirriya pêşîn 2020

Spaha Pasdaran a terorîst tevî îşkencekirina hejmarek ji malbatên qurbaniyên balafira Ukraynê, gefa desdirêjiyê li ser jin û keçên wan dixwe û herwisa rejîmê Îranê derketina piraniya wan malbatan ji Îranê qedexe kiriye.

Spaha Pasdaran a terorîst bona bêdengkirina malbatên qurbaniyên balafira Ukraynê ku ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve hatibû xistin, givaşekî zêde xistiye ser wan malbatan û tevî îşkencekirina hejmarek ji wan malbatan, gef ji wan xwariye ku dê destdirêjî li ser jin û keçên wan bikin û dê wan wekî wan qurbaniyan bikujin û herwisa hewl dane wan malbatan li ser karên wan derxînin.

Pêka gotina kesekî agehdar ji rewşa wan malbatan, şûna lêdan û îşkenceya wan malbatan li ser laşê wan hatine dîtin.

Pêka gotina wê çavkaniyê, hejmarek ji malbatên wan qurbaniyan di lêpêçînan de rastî gefa kuştinê hatine û kesên jêpirs bi wan re gotine ku hekî alîkariya me nekin, emê dê we wekî wan kesan (qurbaniyên li nav balafirê) bîşînin dinyaya din.

Malbatên qurbaniyan zêdetir ji 9 mehan e ku di bin kontrol û çavedêriya hêzên ewlehiyê de ne.

Herwisa malbatên qurbaniyan yên deveyî Îranê ji aliyê Spaha Pasdaran ve rastî gefên cor bi cor wekî kuştina wan û malbatên wan hatine.