Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran manoreke nû lidar xist

13:15 - 16 Kanûna Paşîn 2021

Spaha Pasdaran a terorîst manoreke nû ya leşkerî bi mûşekên balistîk û balafirên bêpîlot bi rê ve bir ku bona ceribandina mûşekên nû yên balistîkî yên Spahê hatiye birêvebirin.

Roja Înê 15ê Kanûna Paşîn, Spaha Pasdaran a terorîst li deşta “Kewîr” a Îranê, manoreke leşkerî bona ceribandina mûşekên nû yên balistîkî bi rê ve bir û pêka gotina rejîmê, mûşekên ku kumikên wan jê cuda dibin û şiyana kontrol li valatiya esman û şiyana alozkirin û derbasbûn ji mertalên mûşekî yên dujmin hene!, hatine ceribandin.

Fermandeyê Giştî yê hêzên çekdar yê rejîma Îranê, Pasdar Baqirî yê terorîst ragihand: “Armanca me êrîşkirin nîne, lê em bi wan manoran radigehînin ku her dujminek armanceke xirab li derheq welatê me hebe, em li kêmtirîn dem û bi tewaw hêza xwe ve dê êrîş bikine ser wan”.

Herwisa Fermandeyê Giştî yê Spaha Pasdaran, “Selamî” yê çewtekar ragihand: “Yek ji armancên girîng li siyaset û stratejiya berevaniya me eva ye ku em bikarin gemiyên şer yên wekî gemiyên balafirhilgir! bikin bi armanca mûşekên balistîkî yên dûravêj!

Rejîm hertimî bi wan manoran gefên vala dixwe, eva jî di halekê de ye ku Artêşa Îsraîl bi bê manor nîşan dan, her roj çekdarên rejîmê di Sûriye û Îraqê de dike bi armanc û rejîm heta niha bo carekê jî nekariye bersiva wan êrîşan bide.