Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran mûşekek “Balistîkî” ceriband

13:12 - 22 Nîsan 2020

Roja 21`ê Nîsanê, Spaha terorîst a Pasdaran ragihand, ku yekemê meha destkird a nizamî ya Îranê avête esman û li ser hêla erdê cih girtiye.

Herçiqas ev ceribandin û avêtina mûşeka Balêstîk bû, lê bi gotina Spaha terorîst: “Meha destkird ya bi navê “Nûr”, ya qonaxa 2`ê ji “Qasid”, ji Sehraya navenda Îranê ve ji aliyê Spaha terorîst a Pasdaran ve hate avêtin û di ser hêla 425 kîlometriya erdê cih girt.

Heya niha tu jêder û saziyeke serbixwe û navnetewî avêtina meha deskird anku “mahwar”ê piştrast nekirine.

Rejîma Îranê heya niha nekariye ji avêtina mahwaran bo betaliya esman serkevtî be.

Midehekê berî niha, piştî piropagendeyekî zêde, mahwara ku qirar bû biçe betaliya esman 100 metran bilin bû û teqiya û bi ser sekoya avêtinê de ket.

Saziyê navnetewî û Amerîka, heya niha çendîn caran ragihandiye ku, avêtin û ceribandina her cure mahware û mûşekekê ji aliyê rejîma Îranê ve, pêwendî bi pirsa navokî ya rejîmê ve heye û cihê nîgeraniyê ye.

Amerîka nîgerane ku Îran di jêr navê teknolojiya mahwaran de, mijûlê çêkirina mûşekên dûravêj ên balistîkî, ku şiyana hilgirtina kumikeke etomî hebe.