Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran piştîvaniyê ji çekdarên Hûsî dike

12:04 - 2 Şibat 2021

Spaha Pasdaran a terorîst ji rêyên neyasayî û qaçax ve cebilxaneyên giran yên şer bo çekdarên Hûsiyên terorîs yên Yemenê dişîne.

Pêka vidiyoyek ku di televîzyona Erebî ya bi navê “El-Hedes” de hatiye belavkirin, komek ji karnasên navnetewî yên pêwendîdar bi Yemenê 3 rêyên deryayî yên neyasayî bi belge eşkere kirine ku Îran, mijûl e ku ji rêya neyasayî ve cebilxaneyên şer yên giran bo çekdarên Hûsiyên Yemenê dişîne.

Ew 3 rên ku Îran û çekdarên Hûsî mifahê jê werdigirin bo şandina û wergirtina cebilxaneyên xwe bi vî awayî ne:

Rêya Yekem: Qeraxavên Eman û Yemenê ye ku zêdetir bo şandina û wergirtina cebilxaneyên girîng yên wekî alavên mûşekî û mûşekên dijî tang û alavên balafêrên bêpîlot û herwisa alavên bombeyên destsaz mifahê jê werdigirin.

Rêya Duyem: Qeraxavên Somalî ye ku zêdetir bo şandina û wergirtina çekên sivik ku li gemîyekê bo gemiyek din di qeraxavên Somlê mifahê jê werdigirin.

Rêya Sêyem: Geviya Bab El-Mendeb e ku ji belemên pêşketî yên sîknalî bo veguhastin û şandina çek û cebilxaneyên xwe migahê jê werdigirin.

Rejîma Îranê maka têro û belavkirina şer û fitneyê di deverê de ye û bi hemû awayekî çekdarên ku ser bi rejîmê ne di warê cebilxanan de dabîn dike.