
Kurdistanmedia: Piştî evê ku lehiyê xisareke mezin gihande çendîn Parêzgehên Îranê, mixabin sedan kes bûne qurbanî, û rêjîm bitaybetî Spaha Pasdaran sebebkarê serekî yê wan bûyerên tal û pirr xisarin.
Hemî projeyên avadanî û bendavan, rê, pire û … hwd li qorix û destê Spaha Pasdaran dene.
Spaha Pasdaran li ber gendelî û dizî û bi çavê emniyetî berê xwe dane bi wan pirojeyan, û qet li fikra can û mal û asayişa xelkê de nebûye.
Sedemên serekî ku dibine sebeba zêdebûna xisar û qurbanîdanê yên bi destê Spaha Pasdaran wiha ne:
Li ser rê û aliyên ku berê, hekî baran barîba û lehî rabiba, Spaha Pasdaranê, Şehrek çêkirine û niha hekî lehiyeke mezin rabe, li ber wê ku rûbarê xwe peyda bike û biherike, gund û bajar û deverên cihê akincîbûnê dide û her tiştek ku li ser rê hebe vêran dike.
Bi armanca dizîn, firotin û derbaskirina avê bo cihên din, çem û rûbar nemane ku Spaha Pasdaran bendav li ser avanekirbe, ji bona komkirin û derbaskirina li ava deverekê bo devereke din, hertim çavê bendavan girtî bûne, û hekî carekê baraneke zêde û bi gurr bê, yan bendav diteqin, yan serrêj dibin, û hêza çêbûna lehiyê çend qat zêdetir dike.
Hemî core avakirin û çêkirina riyan ku li qorixa Spaha Pasdaran dene, bi bê berçav girtina avro û riya çem û rûbaran, rê çêkirine, hekî carekê lehiyeke mezin rabû, avroya wê tê guhertin û bo cihên din wekî nav bajaran diçe.
Piştî lehiya pirr xisar a wan çend rojên derbasbûyî li Îranê, bi berçav girtina wan xalên ku li serve îşare pê hatekirin, sebebkarê rojreşî û zêdebûna xisar û qurbaniyan, rêjm û bitaybetî Spaha Pasdarane.