Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran sebebkarê vêraniya welate

18:51 - 30 Adar 2019

Kurdistanmedia: Piştî barîna Barana zêde û rabûna lehiyê li çendîn parêzgehên Îranê, ku li pey xwe zirarên zêde yên canî û malî bi cih hêlaye, û zelal bûiye ku sebebkarê zêdebûna xisaran, kar û pirojeyên şaş û dûr li pîvanêt ne standard yên Spaha Pasdaran bûne.

Her di vê derbarê de jî, piştî zirarên zêde yên bi hegera lehiyê, Spaha Pasdaran hate ser wê baweriyê ku hinek pirojeyên avadanî,wekî, Bendav, pire, rê û rêyên Asin ku berê ji aliyê Spaha Pasdaran bixwe ve hatibûne avakirin, dûr ji pîvanên standard in û gellek cihan jî, li ser riya rabûna lehiyê hatine avakirin.

Lewra ev 2 rojin li ser daxwaza berpirsên Parêzgehan, Spah Pasdaran destkiriye bi herifandina çendîn pir, rê riyên asin û valakirina avahiyan di  hinek li Şehrekan de.

Parêzgarê Parêzgeha Gulistanê bi awayekî fermî daxwaz ji Spaha Pasdaran kiriye, da ku rêyla tirênê biherifînin, lewra Spaha Pasdan jî riya asin teqandin.

Herwisa li Kirmaşanê jî Spaha Pasdaran, destkiriye bi teqandina pirekê.  

Sedema zirarên zêde yên lehiya wan çend rojên derbasbûyî, para zef dizivire bo ser wan Bendavan ku Spaha Pasdaran avakirine.