Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran Terorîste

13:53 - 15 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Dezgeha Rêkxistin a giştî ya PDKÎ, tirakit û postêrên taybet bi pirsa “bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê” belavkirin.

Piştî ku Amerîkayê, di daxuyanyekê de bi awayê fermî Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, xiste nav rêzbenda reş a saziyên terorîstî, û PDKÎ û Navenda Hevkariyê jî, piştevaniya xwe li wê biryarê nîşan dan.

Her di vê derheqê de, Dezgeha Rêkixistin a giştî ya PDKÎ, tirakit û postêrên taybet bi pirsa “bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê” belavkirin.

Wêne tirakit û postêrên taybet “bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê”, bi siloganên wekî:

Spaha Pasdaran, Spaha terorê ye.

Terorîst, dijminê mirovahiyê ye.

Şer li dijî terorê, xebata rewaye.

Xelkê Kurdistanê, qurbaniyên terorîzma dewletî ye

Xebata xelkê Kurdistanê, xebat li dijî terorîzma dewletî ye.

û… hwd Hate nivîsandin.

Bi terorîst naskirina Spaha Pasdaran, ji aliyê welatan û saziyên siyasî, rastî pêşwaziyeke bê mînak lê hat.