
Kurdistanmedia: Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê “Qoçanê” bi sedema şerê Du malbatan, xelkê bê soc desteser dike.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera "Kurdistanmedia"yê, di heyama çend rojên borî de, bi sebeba arîşeyên Du malbatan ku di encamê de şer li pey xwe hebûye, û Spaha Pasdaran a terorîs jî, bi wê sebebê xelkên bê soc desteser kirine.
Li gorî Nûçegihanê malpera "Kurdistanmedia"yê ku ragihandiye: Ev şere dinavbera Du malbatên Vefayî û Xebîrî li gundê "Keçelanlo" a girêdayî bajarê “Qoçanê” a ser bi Xorasana Rezewî rûydaye, di encama wê şerê malbatî de kesk bi navê "Husên Xebîrî" ku endamê Spaha Pasdaran a terorîst bûye û bi sedemên nexûya di nav wê şerê de hatiye kuştin.
Herwisa Nûçegihanê "Kurdistanmedia"yê daye zanîn ku, malbata Xebîrî girêdayî bi Spaha Pasdaran û îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîstin, û bi wê sedemê jî Spaha Pasdaran a terorîst dest avêtiye bi desteserkirina xelkên bê soc ên wî gundî û dehan kes desteser kirine.
Nûçegihanê "Kurdistanmedia"yê di berdewamiyê de daye zanîn ku, îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîst bi bê hebûna destûra yasayî a dadgehê êrîş kiriye ser çend malan û bi awayekî dirindane dehan kes ji malbatên Vefayî û desteser kirine û dest avêtine li ser maşînên malbatên Vefayî û zeft kirine.
Gundê "Keçelanlo" ku rûniştiyên wî, tev Kurdin û nêzî 180 malin, û 20 KM bajarê Qoçanê hilkeftiye.
Bajarê Goçanê xwedê 300 hezar nifûsiye û xelkên wî bajarî jî 90% ji Kurdên koçberin û bi zaraveyê Kurmancî diaxivin.