Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdarana terorîst bi hûrî çavdêriya çiyayên Koselanê dike

18:39 - 20 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Spaha Pasdarana terorîst û kirêgirtiyên rêjîmê ji tirsa hebûna “Hêzên Pêşmergê Kurdistanê”, bi hûrî û li rêya esman, çavdêriya çiyayên Koselanê dikin.

Tevî vê ku hêzên Spaha Pasdarana terorîst bi berdewamî û li rêya kirêgirtiyên xwe û ajanan cihên coda li çiyayên Kosalanê danîne, hêzên terorîst ên rêjîmê bawerî bi caş û kirêgirtiyên xwe nemaye û ji tirsa hebûna “Hêzên Pêşmergê Kurdistanê”, Spaha Pasdarana terorîst li esman bi balafirên bê pîlot û Helîkopteran, bi awyekî berdewam li ser çiyayên Koselan çavdêriyê dikin û bi amanca mifah vergirtin ji wan bo propagendeyên xwe, kurte vîdyoyan li deverê digirin.

Pêka nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, hêzên Spaha Pasdarana terorîst li tirsa hebûna “Hêzên Pêşmergê Kurdistanê”, di heyama rojên derbasbûyî de, bi awayekî berdewam bi balafirên bê pîlot û Helîkopteran, ser esmanê çiyayên Koselan û deverên derdora bajarê Sewlavayê digerin û çavdêriya wan deveran dikin û heya niha jî berdewam in.

çavkaniyeke agehdar de vê barê de ragihandiye ku: Cuda li vê yekê ku, rêjîm bawerî bi kirêgirtiyên xwe nemaye, hêzên Spaha Pasdarana terorîst jî ditirsin ku li ser erdê, bi hêza bejahî li wan çiyayan bigerin, û her bi vê sedemê jî, li rêya esman û bi kar anîna balafirên bê pîlot ser esmanê çiyayên Koselan û çiyayên derdorê dewran lêdidin û bi hûrî çavdêriya wan deveran dikin, hevdem, filman ji dever û bi taybet li çiyayên Koselan radikin û amanca wan jî, mifah vergirtin bo propagandayên xwe ne, da ku, nîşan bidin dever ewlehe, û wan diweşînin.

Her di vê derheqê de berê jî malpera “Kurdistanmedia”yê,  weşandibû ku, hêzên Spaha Pasdarana terorîst li çiyayên Koselanê,mijûlê danîn û avakirina binkeyên terorîstî yên nû yên xwe ne û bi amanca hêsanlkarî bo veguhastina çekên giran û sivik li ser çiyayan, mijûlê çêkirina rêyanin û li dema nîşanda nerazîbûnên xelkê wê deverê jî, ji wan re ragihandibûn Ku: Ew biryara resterast ji Beyta rêberê rêjîmê(Xamne`î) hatiye dan û tu kesî mafê nîşandana nerazîbûnê nine.