Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdarana terorîst endam giriyê dike

12:03 - 3 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Spaha Pasdarana terorîst di daxuyaniyekê de, daxwaz ji ciwanan kiriye da ku tevlî refên vê saziya terorîstî bin.

Piştî ku Amerîkayê di daxuyaniyeke fermî de ku, saziya Spaha Pasdarana rejîma Îranê  xiste nav rêzbenda girûpên terorîstî de, endam û ailgêrên vê saziyê jî dev ji endambûn di vê saziya terorîstî de berdan, lê niha, vê saziya terorîstî bixwe di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Hewza berevanîkirin a Pasdar Muhubî ya li bajarê Nodşe, ku di torên civakî de belav kiriye, daxwaz ji welatiyan kiriye da ku dîsan tevlî vê saziya terorîstî bin.

Saziya Spaha Pasdaran a terorîst, saziyeke serberedaiye, û di devedrên sînorî de, bi awayekî berdewam, bi desteserkirina ciwanên Kurd, awartekirine bajarê Kurdistanê, û şevtandina daristanên herêmên Kurdistanê, dest bi azar û ezyetkirina welatiyên Kurd dide.

Herwisa di heyamên derbazbûyî de jî, Spaha Pasdarana terorîst a rejîma Îranê, di xwendingehan de jî, dest bi vergirtina zarokên dersxwen, wekî endamên wê siyaza terorîstî kirbû.

Her di vê pêwendiyê de, saziya Saspaha Pasdaran a terorîst bo dersxwenên ku tevlî vê saziya terorîstî nebin, di paşerojê de, bo derfatên karê îdarî û herwisa çûna bo zanîngehan, astengiyan diafirînin û bi sedemên coda pêşî ji van digirin.

Ev kiriyara vê saziya terorîstî di demekê de ye ku, li gorî Yasaya navdewletî, zarokên jê temenê 18 salî, nabe tevlî tu saziyeke çekdarî bin.