Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdarana terorîst hewla lekedarkirina çalakvanên medenî dide

12:55 - 26 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Fermanderê giştî yê hêza leşkerî a rejîma Îranê, bi xwedî derketina ji çalakvanên medenî, hewla lekedarakirina wan dide.

Mihemed Baqirî fermanderê giştî yê hêza leşkerî a rejîma Îranê, li rêûresma guhertin û nasandina fermanderê giştî yê Spaha Pasdaran, di nav axavtinên xwe de gotiye: “Bo birêvebirina pirraniya çalakiyên medenî û mamostayan di welat de, Spah û Besîc serperestiya wan dikin.

Ew axavtinên Pasdar Baqirî di demekê de ye ku, pirraniya çalakiyên medenî, Kultûrî û jîngehparêzî, ji aliyê xelkên sivîl ve tên lidarxistin, û li hemberî vê jî, Spaha Pasdaran hewla serkutkirina wan çalakiyane û birêveberiya wan dide.

Rejîma Îranê wekî welateke totalîtare, bi her rengekî ku çalakiyek birêve biçe û serbixweya rejîmê bibine jêr pirsiyarê û danîna remza pirsiyarê be, derheq kiryarên dijî mirovî li hemberî kiryarên dijî hikûmetê dibînin û di rastiyê de encamdana her çalakiyekê di vî warî de qedexe dikin.

Spaha Pasdaran gellek caran bi nifozkirin di nav navendên çalakvanên medenî, hewla çavdêrîkirin û desteserkirina çalakvanan dide, û di encam de jî, bixwe xwediyê wan çalakiyan dide zanîn da ku bi wî rengî , hewla calakvanan lekedar bike.