Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdarana terorîst li Koselanê binkeyên nû yên leşkerî ava dike

13:01 - 16 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Spaha Pasdarana terorîst, li çiyayên Koselana girêdaiy bajarê Sewlavayê, mejûlê avadankirina binkeyên leşkerî yên nûye.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Spaha Pasdarana terorîst, li ser çiyayên Koselanê mejûlê çêkirina rêyane û li çend cihan jî binkeyên nû yên leşkerî ava dike.

Tevî nîşandana nerazîbûnên xelkê deverê, endamên Spaha Pasdarana terorîst jî wiha gotine, me rasterast destûr ji beyta rêberiyê vergirtiye û tu kesî mafê nîşanada nerazîbûnê nine.

Bi sebeba çalakiyên Spaha Pasdarana terorîst yên derheq çêkirina cade û binkeyên leşkerî yên nû, darstinanên deverê jinav diçin.

Wisa xuiyaye ku, Spaha Pasdaran terorîst, wekî salên derbazbûyî, daristanên derdora binkeyên leşkerî û herwisa darsitanên din wê agirê berdê.

Her sal Spaha Pasdarana terorîst, dehan binekeyên leşkerî li herêmên Kurd jê akincî ava dike ku, sebebên serekî li jinavbirina sirûşt û şevitandina daristana tê hesab kirin.

Spaha Pasdarana terorîst, li tirsa hizora pêşmerge li deverê, dest bi avakirina binkeyên leşkerî û şevtanadina daristanan kiriye.