Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdarana terorîst li ser sînorê bajarê Merîwanê êrîşî ser kolberên Kurd dike

13:06 - 27 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Hêzên tepeserkar yên Spaha Pasdarana terorîst li ser sînorê bajarê Merîwanê, êrîşî ser kolberên Kurd kirin û dest bi ser barên van de girtine.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Spaha Pasdarana terorîst bi êrîşkirina li ser kolberên Kurd, û herwisa dest bi ser barên hejmareke kolberan de jî girtine.

Yek ji van kolberan di vê derheqê de ragihandiye ku: Spaha Pasdarana terorîst, êrîşî li ser kolberan kiriye û dest bi ser barên van yên binirx de jî girtiye.

Wî kolberî wiha berwamkiriye: Hêzên tepesekar yên rejîma Îranê, hindek barên van kolberan jî agirê berdanê û zêdey li 10 heb ji televîzyon jî ku di nav baran de bûn şikandine û li bilindahiyên çiyanyan avêtine.

Herwisa vî kolberî di berdwewamiya axavtina xwe de wiha gotiye: Xeynî dizîn û şikandin û agir berdana barên kolberan, bêrêzî û sivikatî jî, ji kolberên Kurd re kirine û komek kolber jî birîndar bûne.

Her di vê derheq de,di heyama sala 1397`an de, 79 kolberên Kurd hatine kuştin û 183 kolberên din jî hatine birîndarkirin û herwisa qedera 3`ê kolberên din jî nezelale.

 Herwisa amara han liçav amara sala 1396`an zêde bûye û li destpêka sala 1398`an heya niha jî, zêdetir li 30 kolberên Kurd hatine kuştin û birîndarkirin.

Hêjayê basêye ku, pirraniya kolberên hatinî kuştin û birîndarkirin, ji aliyê gullereşandina rasterast ya hêzên tepeserkar yên rejîmê hatine encam dan.