Kurdistanmedia: Spaha Pasdarana terorîst li bajarê Merîwanê, bi boneya bê perebûnê, 80 kirêgritiyên xwe li nav refên xwe derdixîn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar di nav dezgehên rejîmê, ji malpera "Kurdistanmedia"yê re gihîştiye, di bajarê Merîwanê û gundên derdora wî bajarî de, Spaha Pasdarana terorîsî , 80 kirêgirtiyên xwe ku êdî tu mifaheke van nemaye di nav refên xwe de dexistine, û heqdestê van biriye.
siyasetên rejîmê bo betalî û hejarîkirina herêmên ku Kurd lê akincîne û rakêşana hin kesên tênegiheştî û di nav refên besîc û Spaha Pasdarana terorîst, niha bi boneya bêpereyî ku gihîştiye binbestê, bixwe van kirêgirtiyan di nav refên xwe de derdixîne.
rejîm hertim di herêmên Kurdistanê, de, hin kes xapandine û di nav refên xwe de van wekî cam alîstin cihgîr kirine, lê, li hemberî vê , tu rêz ji van nagire, û dema ku dizane tu mifaheke van nemaye , êdî tu perey bo van heder nade û wekî mohreyeke şevtî derdixîne.
piştî bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran ji aliyê Amerîkayê ve, û herwisa baykotên tund yên aborî li dijî rejîma Îranê, ev saziya terorîst rastî kirîzên malî hatiye, , wisa xuyaye ku, wê endamên zêde derbixîne û kesên din jî refên Spaha Pasdaran wê bi cih bihêlin.