Hêzên rejîma Îranê givaş li ser gundên deverên “Îmamî û Bayingan” ên ser bi bajarê Pawê xistine,
Pêka nûçeya ku gîhîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê , hêzên serkutker ên rejîmê ji wan deveran li ser wan kesan ku ji devera “Îmamî” ve bo devera “Germiyan”ê zivîrîne, rastî givaşeke zêde hatine.
Xelklê wan gundan mijûlê xwedîkirina ajelan in û rejîma Îranê baceke gelek zêde xistiye ser wan û kesek ê bi navê “Mihemedkerîm Niyaz Zate” jî binçav kirine û daxwaza 854 milyon Tumenan jê dikin.
Herwisa li 9ê Cozerdanê, hêzên îtila`atê 2 ciwanên xelkê devera “Îmamî”ên bi navên “Mihemed Feyzî û Pûriya Nawîk” li gundê “Îşkevta Husên” binçav û bêserûşûn kirine û heta niha ti zaniyariyek ji qedera wan li berdest nîne.
Welatiyan li wê deverê de daxwaz kirine ku di hember wê zulim û zorê de bê helwîst nebin û li dijî Spaha Pasdaran a rejîmê rawestin.