
Di encama şer û pevçûneke cihê gumanê de di bosayekê de Spaha Pasdaran a terorîst li Belûçistanê 3 endamên xwe kuştin.
Piştî nîvroya roja Pêncşemî, 3ê Kanûna pêşîn a 2020an, li gundê Abadan ku kevtiye 11 KM Îranşehr a Belûçistanê, 3 Besîcên binkeya wî gundî ku birayê hev bûn, bi navên Xudadad, Newab, û Ehmed Mihemedî kurên Simaîl, bi armanca bosadanîn bo dizan bi awayê çekdarî di nav daristanên tenişta rê de cihgir bin lê hêj nagihîjine cihê mebest rastî boseya desteyek din ji hêzên Spahê tên û dest bi cî têne kuştin.
Piştre xuya dibe ku hêzên Spaha Pastaran berî wan di nava daristanên wê deverê de kemîn danabûn ku dema ew 3 besîc dîtine dane ber regbaran û kuştine.
Fermandê Spaha Pasdaran a terorîst li Belûçistanê ragihandiye ku ew 3 besîcane bi şaşî ji aliyê Spahê ve hatine kuştin.