Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Quds a terortîst di hewla terorkirina endamên rêberatiya PDKÎ de ye

17:14 - 4 Hezîran 2022

Pêka raporên belavbûyî li ragihandinan, pîlana terorkirina endamên rêberatiya PDKÎ ji aliyê yekeya 840 a taya Spaha Quds a Spaha Pasdaran, hatiye eşkerekirin.

Pêka raporên belavbûyî, yekeya 840 a Spaha Quds a terorîst, bi hevkariya çend xwefiroşên xelkê bajarê Urmiyê yên bi navên “Mensûr Resûlî û Luqman Resûlî”, di hewla birêvebirina pîlana terorkirina Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî” û berpirsê Dezgeha Çavedêriya PDKÎ “Rostem Cehangîrî” de bûne.

Meha Banemra îsal, ragihandinên Îsraîlê behsa vê yekê kirin ku, li nav axa Îranê lêpirsîn ji kirêgirtiyê Spaha Pasdaran yê bi navê “Mensûr Resûlî” ê xelkê gundê “Hêşmava” yê girêdayî devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê kirine, û navbirî îtiraf bi hebûna bryara encam dana çendîn pîlanên terorê li welatên derve de kiriye.

Çavkaniyên nûçegihaniya “Kurdistanmedia”yê ragihandibûn ku, lêpirsîn ji “Mensûr Resûlî” 4 mehan berî medyayîkirina wê mijarê hatiye encamdan û niha navbirî di xaniyek ewleh de li jêr çavedêriya Îtila`ata rejîmê de ye.

Yekeya 840 a taya Spaha Quds a Spaha Pasdaran bi awayê veşartî hatiye avakirin, erkê wê taya Spaha Pasdaran, dariştina pîlanan bo birêvebirina kiryarên terorîstî li derveyî Îranê li dijî partiyên opozîsiyona  rejîma Îranê û berjewendiyên welatên Rojavayî ye.

Beşek ji pîlanên vê yekeya terorîstî, li 3 beşên “Rojhilata Navîn û Afrîqa”, “Qefqaz û Asiya” û herwisa “Ewropa û Amerîka”yê hatine parvekirin û di salên derbasbûyî de gelek ji kiryarên terorîstî yên vê yekeyê eşkere bûne û hatine pûçkirin.