Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Quds di diyarîkirîna balyozan de rol heye

11:56 - 2 Kanûna Paşîn 2022

Berpirsê berê yê Saziya Vizeya Navkiya rejîma Îranê “Elîekber Salihî” gotiye ku bê îzna Spaha Quds ti kesekî nedikarî baloyoz bo welatên “Îraq, Suriye, Lubnan û Efxanistan”ê diyarî bike.

Berpirsê berê yê Saziya Vizeya Navkiya rejîma Îranê “Elîekber Salihî” gotiye ku di sala 1390an a Rojî de, hêzên Spaha Qus li meşya şerê navxweî yê Lîbiyê de birîndarên “Înqilabiyan” derman dikirin û bi alîkariya “Heyva Sor” di wî welatî de hin îmkanat dabîn kiribûn.

Herwisa nabvbîrî tevî îşarekirin bi rola “Qasim Silêmanî” bo diyarîkirina balyoz li welatên“Lîbî û Tunis”ê got: “Balozê Îranê li Tûnisê “Pêyman Cebelî” û balyozê Îranê li Lîbiyê “Husên Ekberî” ku niha serokê stada navendiya Felestînê ye, bi şêwirmendiya Qasim Silêmanî hatine danîn”.

Spaha Quds a girêdayê Spaha Pasdaran di bin sîbera “Heyva Sor” de tedaxul di karûbarên welatên din ên wekî Lîbî, Bosnî, û çendîn welatên din de kiriye û bi alîkarîdanên leşkerî û malî di welatên wek Lubnan, Îraq, Lîbî û çendîn welatên din de fitne afirandine.

Di wê derheqê de fermandeyê berê yê Spaha Pasdaran, “Seîd Qasimî” di sala 1398an a Rojî de gotibû: “Di salên 70an de digel “Husênullah Kerem, li jêr navê hêzên “Heyva Sor” çûne Bosniyê û li wir perwerdeya leşkerî bo hêzên Misilmanan dane”.

Rejîma Îranê bi rêya Spaha Pasdran û nûnerê wê hêza terorîstî li welatên cîhanê, bi afirandina fitneyan, alîkarîdan bi girûpên terorîstî û geşedan bi terorîzmê di cîhanê de, hewla şandina hizrên wehmî yên şoreşa Îslamî dide.