Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Quds: “Di nava Deng û Rengê Îranê de aliyên deriz kirî hene”

12:15 - 8 Adar 2022

Spaha Qus a Spaha Pasdaran a terorîd gotiye ku bi sedema aliyên derizkirî di nava Deng û Rengê Îranê rêgirî ji belav bûna bernameyekê taybet bi Spaha Pasdaran hatiye kirin.

Nûçegihaniyên girêdayî bi rejîma Îranê û Spaha Pasdaran a terorîst belav kirine ku aliyên derzkirî yên di nava “Deng û Reng”ê Îranê rêgirî ji belavbûna raporek taybet a bi navê “lihemberderketin bi dijî gendeliya malî” ku Spaha Pasdaran amade kiribû, girtine û di nava nûçeyên “20:30” de hatiye reşkirin û rênedane ku bê belavkirin.

Di vê derheqê de Spaha Pasdaran gotiye ku divê berpirsê Deng û Reng bersivder be.

Heyamek e ku “Deng û Rengê” rejîma Îranê her car bi awayên cuda têne hekkirin, eva dide xuya  ku aliyên dijberî rejîmê di nava “Deng û Rengê” rejîmê de deriz kirine.