Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Quds îtiraf kiriye ku êrîşê ser Hewlêrê kiriye

11:18 - 29 Îlon 2021

Spaha Quds a taya Spaha Pasdaran a terorîst li derveyê welat, li ser kanala xwe ya “Telegram”î îtiraf bi vê yekê kiriye, ku wan êrîşê ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kiriye.

Spaha Quds a terorîst li derheq pêwendiyên di navbera Îsraîl û Herêma Kurdistanê bertek nîşan daye û li ser kanala xwe ya “Telegram”î daye zanîn, “eva ku rohn e û di êrîşên li pey hev ên Îranê li ser binkeyên Hewlêrê di heyama sala derbasbûyî de tê dîtin, eva ye ku Îran reftarên Herêma Kurdistanê qebûl nake û di dema pêwîst de dê dest biavêje operasiyona leşkerî”.

Spaha Quds bi awayekî fermî ji aliyê milîşên ser bi Spahê ve gefê li Herêma Kurdistanê dixwe û îdia kiriye, “dê girûpên berevanîker ên Îslamê di hember wan reftarên Herêma Kurdistanê de bertekên tund nîşan bidin.

Girûpên terorîst ên ser bi rejîma Îranê heta niha çendîn caran balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê kirine bi armanc û asayişa Herêma Kurdistanê têk didin.